Şehda dînê min yek xweda ye
Emîn Cebraîl eviniya Ezdaye ye
Bergeha min roj û mergeh e.
Silavên min li mergehê li Lalişê
Û li xwedanê qubêyê
Şêxadî şêxê min e, ji nûra padşa ye
Şemsê Êzdînê çira ye.
Pîrê min Hesinmeman e
Hoste û merebî ji mala Baban e
Kaniya Sipî mora min e
Kaf û mixar û zimzim Heca min e
Tawisî Melek şahda îmana min e.